Ji komîsyona hilbijartinên Iraqê daxuyanîya hilbijartinên pêswext

07 August 2022 15:46 0 dîtin
Ji komîsyona hilbijartinên Iraqê daxuyanîya hilbijartinên pêswext

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, li ser gotegotên piştî banga Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir a hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext derketine, îro 7ê Tebaxê roja Yekşemê ragihand ku ti ojek ji bo hilbijartinên pêşwext nehatiye diyarkirin.

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan Cumana Xelay ji Ajansa Nûçeyan a Iraqî (INA) re li ser gotegotên diyarkirina roja hilbijartinên pêşwext got: “Komîsyon saziyeke pîşeyî ya bêalî ye ku biryarên derbarê hilbijartin, referandûm û mijarên din ên têkildarî xebatên hilbijartinê de bi cih tîne.”

Xelay diyar kir, “Encûmena Komîsyonan desthilata herî bilind a di Komîsyona Hilbijartinan de ye û ew dikare bi şêwira hikûmetê li ser bingeha yasaya hilbijartinê dema hilbijartinan diyar bike.”

Herwiha Xelay da zanîn ku encûmena komîsyaran di vê derbarê de ti biryar û daxuyanî nedane.