Ji Komkara Erebî peyama Basûr û Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyê!
PeyamaKurd – 31emîn Lûtkeya Bilind a Komkara Erebî, îro 1ê Mijdara 2022yan, piştî du salan li Cezayîrê hat lidarxistin ku mijara sereke “Yekdengiya Ereban û rûbirûbûna pirsgirêkên heyî yên xurekê û ewlehiyê" ye.
Rojnameya Şerqul Ewset a navenda wê li Brîtanyayê ye, pêşnûmeya danezana ‘Deklerasyona Cezayîrê’ ku wê di encama lûtkeya Komkara Erebî de bê ragihandin, bi dest xistiye ku tê de, êrîşên Tirkiye û Îranê yên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê têne şermezarkirin.
Li gorî danezana pêşnûmeyî, daxwaz ji Tirkiyê tê kirin hêzên xwe ji nav axa Iraqê (Herêma Kurdistanê) vekişîne û bang tê kirin ku Tirkiye ji gavên ku ewlehî û îstiqrara herêmê têk dide, dûr bisekine.
Herwiha operasyonên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê jî têne şermezarkirin û wekî binpêkirineke eşkere ya biryarên Neteweyên Yekbûyî têne destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin