Ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve 75 mûsek hatin avêtin
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihandin ku ji Lubnanê 75 mûşek avêtine Îsraîlê û ji ber vê hêrişê li herêmên bakurê Îsraîlê alarmên hêrişê hatine çalakkirin.
Hate diyarkirin ku ev hêriş, yek ji hêrişên herî dijwar ên ji 8ê Cotmehê heta niha bûye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji 75 mûşekên ku hatine avêtine gellek ji wan ji aliyê pergala parastinê ya hewayî ya Îsraîlê ve hatine pûçkirin.
Navenda Stêrka Sor a Dawud a Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlî diyar kir ku di encama hêrişê de hin kes birîndar bûne, lê belê hejmara birîndaran aşkere nekir.
Çapemeniya Îsraîlî ragihand ku hêrişa mûşekî ya ji axa Lubnanê ve îro hate kirin, yek ji hêrişên herî dijwar ên piştî 8ê Cotmeh bûye.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihandin ku piştî hêrişê, frokeyên şer ên artêşê bersiv dane hêrişê û li nav xaka Lubnanê rampeke mûşekavêj a ku hatiye dozîn hatiye têkbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin