Ji Macron li G7an surprîza Îranê bo Trump
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron tevî krîza navbera Amerîka-Îranê surprîzek li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û mazuvaniya Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf li bajarê Biarritzê ku Lutkeya G7an birêve diçe kir.
Piştî ku hat ragihandin ku balafira Cewad Zerîf li bajarê Biarritz ê Fransayê daniye nirxandinên hevdîtina Zerîf û Trump hatin kirin, lê ji Tehranê daxuyanî hat ku ti hevdîtinek di navbera Trump û Zerîf de çênabe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Musawî ji televizyona dewleta Îranê re ragihand ku Zerîf bi Trump yan jî bi kesekî din ji heyeta Amerîkayê re nacive.
Medya Îngilîz jî ragihand ku dê Zerîf ji bo rizgarkirina peymana nukleerî bi rêya Macron teklîfa xwe bigihîne rêbertiya Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin