Trump, Macron û Merkel li ser mijara Îranê axifîn
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî ya 74emîn, bi serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîra Almanyayê bi Angela Merkel re ji hev cuda, li ser mijara Îranê hevdîtin kirin. Ragihandina hevdîtinan ji aliyê Koşka Sipî de hat kirin. Di ragihandinê de bo hevdîtina Trump û Macron weha hat gotin:
“Her dû serok, bi taybetî li ser mijara Îranê ku her diçe ber bi şervaniyê de diçe û li ser mijarên Rojhilata Navîn ku her diçe nexweş dibin, axifîn.”
Di hevdîtinê de her weha behsa têkiliyên navbera her dû dewletan yên bazirganî û aborî hat kirin. Di ragihandinê de behsa hevdîtina navbera Trump û Merkel jî hat kirin û weha dewam dike:
“Her dû serok di serî de behsa Îranê, mijarên ewlekariyê yên dinyayê, tewrê Îranê yê êrîşker ku zerarê dide aramiyê û behsa şerê ku li Lîbyayê dewam dike kirin.”
Di hevdîtinê de behsa cûreyên enerjiyê yên li Awrûpayê û mesrefên bergiriyê yên ku her diçe zêde dibin, behsa girîngiya wan hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin