Ji Mazlûm Ebdî peyama vîdyoyî: Kedkarên tenduristiyê fermandarên me ne...
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa koronayê bagewazîyek kir û got: "Di vê pêvajoya hesas de em dibêjin, kedkarên tenduristiyê fermandarên me ne."
Mezlûm Ebdî di vîdyo peyama ku li ser twitterê belav kir de wiha got:
أتمنى من شعبنا الإلتزام بالإجراءات والتعليمات الصادرة عن الإدارة الذاتية الخاصة بالحد من كورونا.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) March 23, 2020
ونؤكد العمل بكل ماهو ممكن من اجل حماية شعبنا من هذا الوباء والالتزام بالإجراءات الادارية.
كونوا يقظين، سالمين وآمنين.
وآمل أن نجتاز هذه المرحلة بخير وصحة وعافية. pic.twitter.com/ESrO9Vf6FA
"Weke ku em hemû ji nêz ve dişopînin vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê bi lez belav dibe. Her çend vîrûs bi rengekî fermî niha li herêma me nehatibe dîtin jî, lê gef heye. Li dijî vê yekê Rêveberiya Xweser hin biryarên tevdîrê wergirtin. Divê em hemû xwedî li biryarên tevdîrê yên Rêveberiya Xweser derkevin û bi cih bînin. Ji ber ku derfetên herêma me kêm in, tevdîra herî mezin xweparastina ji vîrûsê ye. Parastina bajar têrê nake divê em malbata xwe, derdora xwe, dost û hevalên xwe jî ji vîrûsê biparêzin, lewma divê em biryarên hatine girtin yek bi yek bi cih bînin. Em dibêjin, di vê pêvajoya hesas û krîtîk de kedkarên çapemeniyê hemû fermandarên me ne. Em têkoşîna wan silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji kedkarên tenduristiyê re bibin alîkar û nehêlin vîrûs li herêma me belav bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin