Ji Mazlûm Ebdî peyama Efrînê: Derxistina çekdaran karê me yê sereke ye
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD Mazlûm Ebdî, di salvegera dagirkirina Efrînê de peyamek belav kir.
Ebdî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye de got: “Efrîn yek ji karê me yên destpêkî ye. Vegera şêniyên resen û çûyîna xeriban karê sereke yê me ye.”
Fermandarê HSDê di duyemîn salvegera dagirkirina Efrînê de destnîşan kir, “Efrîn mijara destpêkî ye di lîsta me de ye û vegera Efrînê li welatiyên wê û derketina çekdaran jê karê me yê sereke ye.”
Mezlûm Ebdî herwiha got ku ji Civaka Navdewletî tê xwestin rê li ber binpêkirinên ku li Efrînê bi awayekî rojane çêdibin bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin