Mazlûm Ebdî li ser salvegera 4emîn dagîrkirina Efrînê: Bidawîkirina dagîrkeriyê berpirsyariya me ye
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser 4emîn salvegera dagîrkirina Efrînê peyamek belav kir û diyar kir: “Bidawîkirina dagîrkeriyê û vegera bi ewle ya şêniyan li xak û malên xwe doz û berpirsyariya me ye.”
Mazlûm Ebdî peyamek li ser twîttera xwe belav kir û bal kişand ser berpirsiyariya hêzên navdewletî û got: “Desteya Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî heta niha berpirsyariyên xwe li hember şêniyên Efrînê paşguh dikin. 4 sal ji ser dagirkirinê re derbas bûn û li bajarê zeytûnan Efrînê qirkirin dewam dike.”
Ebdî eşkere kir: “Bidawîkirina dagirkeriyê û vegera bi ewle ya şêniyan li xak û malên xwe doz û berpirsyariya me ye.”
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk - MSDê Ilham Ehmed jî peyamek belav kir û da zanîn: “4 sal ji ser siyaseta qirkirin û tûnekirinê ya dewleta Tirk re derbas dibe. Rizgarkirina Efrînê erka me ya Exlaqî û netewî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin