Mazlûm Kobanî daxuyaniyek bo salvegera dagîrkirina Efrînê belav kir

19 March 2021 11:59 0 dîtin
Mazlûm Kobanî daxuyaniyek bo salvegera dagîrkirina Efrînê belav kir

PeyamaKurd – Bi boneya salvegera dagîrkirina li ser Efrînê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasaya navdewletî, civaka navdewletî şikest”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, twitek belav kir û tê de da zanîn, ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasaya navdewletî, civaka navdewletî şikest.

Mazlûm Kobanî eşkere kir, welatiyên Efrînê ji dagîrkarî û tawanên şer nehatin parastin û got, divê sînorek ji bo wan tawanan bê danîn û rewşa Efrînê vegere berî dagîrkirina wê.