Mazlûm Kobanî bi boneya salvegera rizgarkirina Baxozê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, bi boneya salvegera 2yemîn a rizgarkirina Baxozê ku baregeha dawîn a çekdarên DAIŞê li Sûriyê bû û bi rizgarkirina wî bajarokî DAIŞê ji aliyê cografîk ve hat jinavbirin, peyamek bibîranînê belav kir û diyar kir: “Serkeftina li Baxozê gava yekemîn bû.”
Mazlûm Kobanî di peyama xwe de da zanîn, ew serkeftina şervanên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li herêma Baxozê bibîr tîne û rizgarkirina wî bajarokî wek serkeftinê, wek gava yekemîn dibîne.
Herwiha Fermanderê Giştî yê HSDê di peyama xwe de destnîşan dike: “Em lehengiya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku 2 sal berê li Baxozê li dijî DAIŞê şer kir, bibîr tînin. Lê şer neqediyaye, xebatên ji nû ve avakirinê ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞê, girîng e. Serkeftin gava yekemîn bû. Paşê ji nû ve avakirina civaka me, zêdekirina piştgiriya navneteweyî ji bo Rojava ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin