Mazlûm Kobanî: Rizgarkirina Efrînê ji xebatên me yên pêsîn e
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî HSDê Mazlûm Kobanî di derbarê 4emîn salvegera êrîşên Tirkiyê û komên çekdar li ser herêma Efrînê peyamek belav kir û diyar kir: “Rizgarkirina Efrînê, ji karên me yên pêşîn e.”
Fermandar Mazlûm Kobanî ji bo 4emîn salvegera êrîşên Tirkiyê û komên çekdar li ser herêma Efrînê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û da zanîn: “Li dijî şêniyên Efrînê, binpêkirinên herî dijwar û hovane ji aliyê dewleta Tirk û çekdarên wê ve hatin kirin, her wiha bi darê zorê hatin koçberkirin. Li hemberî vê yekê, aliyên navneteweyî yên aktîv tevnegeriyan.”
Fermandarê Giştî yê HSDê di berdewama peyama xwe de eşkere kir, “Rizgarkirina Efrînê, vegera ewle ya şêniyan û rawestandina tevahî tawana ji xebatên me yên pêşîn e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin