Îro salvegera rizgarkirina Kobanî ye

26 January 2021 13:00 0 dîtin
Îro salvegera rizgarkirina Kobanî ye

PeyamaKurd – Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû dagîrkirin, piştî 133 rojên bi şer û pevçûn, di 26.01.2015an de, bi alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bi temamî ji aliyê şervanên Kurd ve hat rizgarkirin.

Roja 13yê Îlona 2014yê DAIŞê dest bi êrîşên xwe li ser bajarê Kobanî yê li Rojavayê Kurdistanê kir. Êrişên DAIŞê, bûn sedema kavilkirina bajar û awarebûn û derbiderbûna xelkê wî bajarî. Bi fermana Serok Barzanî, hêza Pêşmerge sinorê navdewletî yê Iraq, Tirkiye û Sûriyê derbas kir û gihiştin Kobanî bo alîkariya şervanan û Kobanî neket.

Di 2yê Cotmehê de, DAIŞê 350 gund û avahiyên derdora Kobaniyê, dagîr kir.

Bi sedema wan êrîşan, 300 hezar Kurd û xelkên deverê aware û derbider bûn. Beşek ji wan berê xwe dan sinorê Tirkiye. Di 2015an de hejmara awareyan, gihişt 400 hezar kesî.

Di roja 31ê Cotmeha 2014an de, yekem karwana Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, sinorên nadewletî yê Iraq û Tirkiyê derbas kir û gihişt Kobanî.

Bi alîkarîya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê û Yekîneyên Kurdî yên Kobanî, di roja 26ê Kanûna Dûyem a 2015an de, operasyona rizgarkirina Kobanî destpê kir û roja piştî wê, tevahiya bajarokê Kobanî hat rizgarkirin.

Di 2yê Sibata 2015an de, bi dirêjiya 25 kîlometran, DAIŞ ji sînorê bajarokê Kobanî hat dûrxistin.