HSDê di salvegera rizgarkirina Baxozê de bang li civaka navdewletî kir: Metirsiya DAISê didome…

23 March 2022 15:21 0 dîtin
HSDê di salvegera rizgarkirina Baxozê de bang li civaka navdewletî kir: Metirsiya DAISê didome…

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo salvegera sêyemîn a kontrolkirina bajarokê Baxozê ku xaka dawî ya di destê DAIŞê de bû, daxuyaniyek belav kir.

HSDê di daxuyaniya xwe de got: “Têkbirina meydanî û leşkerî ya DAIŞê li baregehên wê yên dawî li Baxozê, şansên jiyanê da bi milyonan xelkê li herêm û cîhanê.. Metirsiya DAIŞê berdewam dike û ev rêxistina terorîstî hewl dide xewnên xwe ji nû ve vejîne û hin navçeyên Sûriyê û Iraqê kontrol bike."

Herwiha HSDê bal kişand ser ku êrîşên vê dawiyê yên li ser zîndana li Hesekê, tiştê ku wan hişyarî dabû piştrast kiriye ku civaka navdewletî di çareserkirina vê dosyayê de xemsar e û ti planeke zelal ji bo îdarekirina dosyayên girtîgeh û kampên ku malbatên DAIŞê tê de ne, nîne.

HSD got: “Li ser vê bingehê, Hêzên Sûriya Demokratîk careke din bang li hemû welatên hevpeymaniya navdewletî dike ku di şerê xwe yê demdirêj de zêdetir piştgiriya hêzên me bikin û stratejiyeke zelal a leşkerî, ewlekarî û siyasî pêş bixin, da ku rê li ber vegera DAIŞê bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî HSDê bang li civaka navdewletî kir ku alîkariyên pêwîst û herdemî pêşkêşî gelên herêmê bikin, piştgiriya ewlehî, aramî û geşepêdana aborî û civakî bikin û rola xwe di rêgirtina li pêşiya aliyên din bi taybet Tirkiyê bigirin, ji bo destkeftiyan ku pêk hatine bêne parastin.