ENKSê bo 3yemîn salvegera dagîrkirina Efrînê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Emîndariya Giştî ya ENKSê, di 3yemîn salvegera dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdaran de, bi daxuyaniyekê, binpêkirinên mirovî û kiryarên li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve tên kirin şermezar kir û bang li Tirkiyê kir, da ku komên çekdar ji Efrînê derxîne û rêveberiya bajêr radestî xelkê wê yê resen bike.
ENKSê di daxuyaniyê de diyar kir, ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkî û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên ser bi wê ve, xelkê Efrînê yê resen ê Kurd, rojane rastî tawan û binpêkirinên revandin, eşkencedan, dizî û talan, destdanîna mal û zeviyan, têkdana cihên giştî, têkdana bi mebest a cihên dîrokî û şûnwaran û bicihkirina koçberên navçeyên din ên Sûriyê tên.
ENKS dide zanîn, ev hemû tawan û binpêkirin bi armanca guhartina demografî Efrînê û li dijî hebûna Kurdan li wê herêmê tên kirin. Tevî ku ev binpêkirinên mirovî yên li dijî xelkê Efrînê tên kirin, ji aliyê rêxistinên mirovî û yasayî ve tên belgekirin, lê hîna ev binpêkirin û êş û azara Efrîniyan berdewam e.
Di daxuyaniyê de ENKS van binpêkirinan şermezar dike û bang li sazî û rêxistinên navdewletî dike, da ku van binpêkirinan rawestînin û herwiha bang li Tirkiyê dike, ta ku bi erkê xwe rabe û komên çekdaran ji nava gund û bajaran derxîne û rêveberiya bajarê Efrînê radestî xelkê wê resen bike.
ENKS daxwaz ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) dike, rêkeftinên bi ENKSê re yên derbarê rawestandina binpêkirinan û vegerandina koçberan îmze kirine, bi cih bîne.
Di dawiya daxuyaniyê de, ENKS bang li Amerîka û Rûsyayê dike bi lez pêvajoya Cenêvê û biryara navdewletî 2254 aktîv bikin, ji bo çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bibînin ku di çarçoveya wê de Sûriyeyeke demokratîk, firehalî û federalî bê avakirin û mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din, di destûrê de bêne misogerkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin