Ji Mesrûr Barzanî peyama kustina her du mamosteyan: Divê ji bo nehistina çekên bê mohlet rêkarên pêwîst bên girtin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê li ser kuştina du mamosteyên Zanîngeha Selahadîn a Hewlêrê ji aliyê xwendekarekî ve, peyameke sersaxiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de sersaxî li malbat û kesûkarên her du mamosteyan kir û got: “Divê Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê, hemû rêkarên pêwîst bigirin ji bo nehîştina çekên bê molet û rûbirûbûna tawanbar û xirabkaran di her pile û astekê de bin.”
Serokwezîr Barzanî got: “Gelekî xembar im bi şehîdbûna Doktor Kawan Îsmaîl û Doktor Îdrîs Hemexan. Jidestdana van her du mamosteyên birêz, karesateke diltezîn e. Pirse û sersaxiyê li kesûkar û malbatên wan birêzan dikin û hevbeşê xema wan im. Xwedê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike. Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê karîn di demeke kurt de tawanbar desteser bikin û radestî yasayê bikin, ji bo bigihe cezaya xwe ya yasayî.”
Di dawiya peyama xwe de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Divê Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê, hemû rêkarên pêwîst bigirin ji bo nehîştina çekên bê molet û rûbirûbûna tawanbar û xirabkaran di her pile û astekê de bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin