Ji Mesrur Barzanî peyama Meha Remezanê: Daxwazê dikim û hêvîdarim...

23 April 2020 16:03 0 dîtin
Ji Mesrur Barzanî peyama Meha Remezanê: Daxwazê dikim û hêvîdarim...

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir. Serokwezîr Barzanî daxwaz ji mamosteyên olî kir di hişyarkirin û bicihanîna rênimayên bo nexweşiya koronayê berdewam bikin û got, "Hêvîdarim hatina meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji her aliyekî re"

Serokwezîr Barzanî, dawaz ji mamosteyên olî kir, berdewam bin bi rênimayîkirina welatiyan bo parastina xwe û civakê ji vê nexweşiya koronayê û wiha got:

“Bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz, pîrozbahiyê li Musilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im meha xêr, bereket û rihmetê be û xwediyê mezin û dilovan rojî, dua û îbadeta hemûyan qebûl bike”.

Mesûr Barzanî da zanîn, “Li vir bi pêwîstî dizanim, spasiya mamosteyên olî yên Herêma Kurdistanê bikim, ku roleke wan a girîng û berçav hebû di hevkarîkirina bicihkirina rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona û rênimayên tenduristî de. Dawazê ji wan dikim jî, berdewam bin bi rênimayîkirina welatiyan bo parastina xwe û civakê ji vê nexweşiyê”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de got, “Hêvîdarim hatina meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji her aliyekî re”.