Ji Mesrûr Barzanî peyama xweparastina ji nesxwesiya kolerayê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser belavbûna nexweşiya kolerayê li ser medya civakî peyamek belav kir û daxwaz ji welatiyan kir pabendî rênimayên tenduristîyê, paqijiyê û xweparêziyê bibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Twitter got: “Nûçeya belavbûna pandemiya kolerayê li Silêmanî û Hewlêrê ez nîgeran kirim. Bi Wezîrê Tenduristiyê re di pêwendiyê de me, ji bo girtina rêkarên pêwîst û kontrolkirina vê pandemiyê.”
Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyên kir ku pabendî rênimayên tendurustîyê, pakîyê û xweparêziyê bibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê belav kiribû ku hejmara nexweşên zikçûnê zêde bûye û hejmarek nexweşên kolerayê hatine tespîtkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin