Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyaniya êrîsa mosekî ya ser Hewlêrê…

01 October 2020 14:30 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyaniya êrîsa mosekî ya ser Hewlêrê…

PeyamaKurd – Serokê Herêma Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser êrîşa moşekî ya şeva borî ku ji herêma hêzên Heşda Şeibî bi ser Hewlêrê de hat kirin û moşek li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ketin daxuyanî da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Wê êrîşê bi destdirêjahiya li ser xelkê Herêma Kurdistanê û hevpeymanên wê di şerê dijî terorê de dibînin.”

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

"Şeva bûrî demjimêr 20:30, grûpeke têkder şeş mûşek ji navçeya Bertile ya parêzgeha Neynewayê arasteyî binkeyên Hevpeymanan li Hewlêrê kirin. Xweşbextane ti ziyan nebûn.

Di demekê de ku wê êrîşê bi destdirêjiya li ser xelkê Herêma Kurdistanê û hevpeymanên wê di şerê dijî terorê de dibînin, di heman demê de di wê baweriyê de ne ku divê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, hêza Pêşmerge, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hewlên xwe bikin, ji bo rêgiriyê li her hewleke têkderane ya hemû grûpên ajawagêr û têkderan bikin.

Divê qurbaniyên Pêşmerge û hemû hêzên Iraqê û Hevpeymanan, me han bide, ji bo parastina aramî û ewlehiya hemû Iraqê û hemû balyozxane û nûneratiyên cîhanê li Iraqê. Herwiha divê bi baştirîn şêwe hewla peydakirina aramiyê bidin, di vê rewşa aboriyê ya xirap a bi sedema nexweşiya vîrûsa Koronayê bi ser xelkê welatê me û cîhanê de hatiye.

Ewên êrîşên têkderane encam didin, dijminê hemû Iraqê ne û divê hemû hêzên Iraqî bi yekdestî rûbirûyî wan bibin û wan rûbirûyî yasayê bikin. Em jî bi mebesta dirustkirina wê hevahengiyê ligel Serokwezîrê Iraqê birêz Mistefa Kazimî, hemû hevkarî û piştevaniyê dikin ku piştrast in ji bo aramî û ewlehiyê de, her hewlekê dide."