Ji PDKê ronîkirinek ser îdiaya bo ‘Pêsmergeyê Roj’: Nîsana îflasa siyasî û exlaqî ye
PeyamaKurd - Jêderek ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê wî kesê li Lîbyayê hatiye desteserkirin û di hin medyayan de wekî ‘Pêşmergeyê Roj’ hatibû nîşandan û piştre jî ew nûçe hatibûn redkirin, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ronîkirinê de hat gotin, “Ew kes ne dûr û ne nêzîk pêwendiya wî bi PDK û Leşkerê Roj re nîne. Rastî ji her aliyekî re eşkere dibin û wek her dem jî rûreşî ji çavpoşan re dimîne.”
Di daxuyaniya ronîkirinê ya jêderê ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê de wiha hat gotin:
“Derbarê girtina kesekî çete li Lîbyayê de, ku berî çend rojan hejmarek ji malper û medyaya Kurdî di hilmeteke nerewa de ji bo lekedarkirina PDK û Leşkerê Roj ê Qehreman bikar tînin.
Ew kesê li Lîbyayê hatiye girtin û bi awayekî gûmanî nasnamya jê re hatiye çêkirin, dûr û nêzîk pêwendiya PDK û Leşkerê Roj ê Qehreman pê re nîne û ew ti carî û ji bo yek xulekê jî nebûye Pêşmerge.
Ew şer û nakokiyên ji li Lîbayê rû didin, ji encama milmilaneya navdewletî ye û ti pêwendiya wê bi armanc û siyasetên PDKê ve nîne. Şerm e ku ji bo lekedarkirina navê Pêşmerge û PDK tiştek bê kirin ku ji bingeh ve ti pêwendiya Kurd ve nîne. Ew nîşana îflasa siyasî, exlaqî û bîrewerî ye.”
Di dewamê de hat diyarkirin, “Heger propagandeyên derbarê wî kesî de rast bana û ew Pêşmerge ba (ku ti bingeheke wê nîne) ew hemû alî baş dizanin ku dîroka şoreşên Kurd rû daye ku kesek ji nava şoreşê bûne, lê nepakî kirine û ji rêza şoreş û Pêşmerge çûna nava rêzên dijmin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Leşkerê Roj ê Qehreman bi dehan şehîd di şerê li dijî teroristan de dane. Bi qehremanane berevanî li xaka Kurdistanê kirine. Dema qehremanên Leşkerê Roj di şerê têkşikandina dijmin li Pirdê û Sihêla beşdar bûn, xelkekî din xak difirotin û çeteyên dijminan bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin