PDKê îdiaya PKKê ya kustina 7 endamên wan red kir: Belavkirina nûçeyên nerast ji bo vesartina tawanên wan e

05 September 2021 09:54 0 dîtin
PDKê îdiaya PKKê ya kustina 7 endamên wan red kir: Belavkirina nûçeyên nerast ji bo vesartina tawanên wan e

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê îdiayên PKKê yên kuştina 7 çekdarên wan li devera Xelîfanê daxuyaniyeke ronîkirinê belav kir û ew îdiayên PKKê red kirin.

Mehmûd got, anîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê û belavkirina nûçeyên nerast, ji bo veşartina tawanên wan e û bihaneyek e ji bo encamdana kiryarên ne yasayî û destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê ye.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bi daxuyaniyekê ragihand: “Navendeke ser bi HPGê ve, di daxuyaniyekê de îdîa kiriye ku 7 çekdarên wê li devera Xelîfanê bi destê PDKê hatine kuştin! Li vir ji hemû aliyan re radigihînin ku ev îdîa ti bingeheke wê nîne û dûr e ji rastiyê û armanc ji anîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê û belavkirina nûçeyên nerast, ji bo veşartina tawanên wan e û bihaneyek e ji bo encamdana kiryarên ne yasayî û destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê ye.”

Berdevkê PDKê destnîşan kir: “Xelkê Kurdistanê dipirse û divê PKK bersivê bide ku çekdarên PKKê li devera Xelîfanê çi dikin û karê wan çi ye û pêwendiya wan bi vê deverê çi ye?”