Ji DEM Partiyê 'bi zimanê PKKê' daxuyanîya tawanbarkirina Herêma Kurdistanê û PDKê!
PeyamaKurd – DEM Partî ku li nav Parlamentoya Tirkiyê weke partiye siyasî cî digire jî kete ber bayê PKKê ku van demên dawî dîsa bi hincetên cuda propagandeyeke reşkirinê li dijî PDKê daye destpêkirin.
Desteya Navendî ya DEM Partiyê ku ji bo mafên rewa yên Bakurê Kurdistanê ti daxuyaniyeke berçav nedaye, îro Yekşemê 11ê Tebaxê heman wekî PKKê û medyaya wê daxuyaniyeke êrîşkarî li dijî PDKê belav kir ku tê de rewşa Êzidiyan û Şingalê dike hincet.
DEM Partî di daxuyaniya xwe ya bi sernaê ‘Banga Lezgîn’ û sosret de, li dijî bicihkirina Rêkeftina Asayîkirina Rewşa Şingalê derdikeve ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin.
Ev demek e hêzên girêdayî PKKê ji bo di çarçoveya Rêkeftina Şingalê de, deverê bicih nehêlin di nav hewldanan de ne û PKKê bi medya û rêxistinê xwe propagandayeke reşkirinê daye destpêkirin.
Lihevkirina Tirkiye û Iraqê a li ser têkoşîna dijî PKKê ku herî dawî 3 partî û rêxistinên bi ser PKKê ve li Iraqê hatin girtin û operasyonên Tirkiyeyê yên ser pêgehên PKKê li herêma Kurdistanê, berdewam dikin.
DEM Partî wek partiyeke siyasî ya Tirkiyeyê kar dike û niha li ser navê PKKê ku wek rêxistineke terorî li Tirkiye û cîhanê hatiye pênasekirin û herwiha Iraqê jî ew weke rêxistineke neyasayî qebûl kiriye li şûna li dijî muxatabên van biryaran daxuyaniyan bide, yekser PDKê tawanbar dike û îdiayên pûç ên wekî ‘PDK hewl dide jenosîdeke din li ser Êzidiyan pêk were’ belav dike.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de li ser îhtimala ‘operasyona li ser hêzên PKKê yên li Şingalê’ tê îdiakirin ku wê dîsa qetlîam li ser Êzidiyan çêbibe û wekî berpirsê wê jî DEM Partî destwerdana navxweya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike û dibêje, wê PDK berpirsê serekî be.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin