Bexdayê 3 partiyên "nêzîkî PKKê" girtin
PeyamaKurd - Lijneya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê bi sedema ku pêwendiya wan bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)yê re heye, biryara girtina 3 partiyan da.
Partiyên ku biryara girtina wan hatiye dayîn ev in: Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan, Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê/Tevgera Azadiyê.
Lijneyê biryar da ku navendên van partiyan bêne girtin û dest deynin ser pereyên wan.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî bi sedema ku pêwendiya wan bi PKKê re heye daxwaza girtina van her sê partiyan kir:
Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan 1ê Tebaxê bi serokatiya Dadwer Hesen Fuad û beşdariya Dadwer Celîl Ednan Xelef û Dadwer Xelef Remezan Hesen civiya.
Lijneyê biryar da ku ev her sê partî, navendên wan bêne girtin û dest deynin ser aborî û pereyên wan.
Di biryarê de amaje bi xalên yekem û sêyem ên Yasaya Partiyên Siyasî hatiye kirin û hatiye gotin:
“Nabe ku ti pêwendiya siyasî û aborî ya partiyên siyasî bi aliyên ne Iraqî re hebe. Nabe li ser fermana partî, dewlet an jî aliyekî derve çalakiyan û alîkariya partiyeke siyasî bikin ku dewletê ew qedexe kiribe.”
Di nivîsa biryarê de amaje bi Yasaya Partiyên Siyasî hatiye kirin û wiha hatiye gotin:
“Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan biryar da ku Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan, Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê/Tevgera Azadiyê bên girtin, navêndên wan bên girtin û dest deynin ser aboriya wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin