Ji Pezeskiyan ‘Peyama bo Cîhana’: Îran ji gotûbêjan re amade ye, hewla çekên atomî nade!

14 July 2024 11:32 0 dîtin
Ji Pezeskiyan ‘Peyama bo Cîhana’: Îran ji gotûbêjan re amade ye, hewla çekên atomî nade!

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan, peyamek bi sernavê “Peyama min bo Cîhana nû” bi zimanê Înglîzî belav kir û tê de pesna siyaseta dostane a ligel Çîn û Rûsyayê da.

Pezeşkiyan di peyama xwe de got: “Çîn û Rûsya di demên zor û zehmet de herdem li gel me bûn. Rûsya hevpeymaneke girîng û stratejî û cîranekî Îranê ye û wê kabîneya min di hewldanên berfirehkirin û xurtkirina hevkariyên di navbera me de berdewam be.”

Mesûd Pizêşkiyan di peyamaî ku rojnameya Tehran Times belav kiriye de renxe li siyaseta Amerîkayê digre û dibêje ku hikûmeta wî amade ye gotûbêjên avakar a li gel walatên Ewropî bide destpêkirin û rexne li Amerîka ku li hember Îranê siyaseteke nû bigre dest.

Pezeşkiyan dibêje: “Pêwîste Amerîka rastiyê bizane û têbigihîje, Îran bersiva zext nade û di rêbaza berevaniya Îranê de çekên nûkleer nîne.”

Pizêşkiyan di peyama xwe de dubare dike ku Îran hewla bidestxistina çekên Atomî nade û diyar dike: “Tehran pêwendiyên xwe li gel ciranên xwe berfireh dike û li gel Ewropayê gotûbêjan dike.”

Serokomarê Îranê gotiye: “Gelê Îranê baweriya xwe bi min anî ku ji bo pêwendiyên avakar di asta cîhanî de bêwestan bixebitim û li ser maf, rûmet û rola xwe ya layîq li navçe û cîhanê israr bikim.”