Ji pisporê erdhejê hisyariya Diyarbekirê!
PeyamaKurd – Piştî erdhejên navenda Mereşê ku bûn sedema mirina zêdeyî 20 hezar kesî, mêvanê weşana taybet a erdhejê ya TV100 Pisporê Erdhejê Prof. Dr. Övgün Ahmet Ercan derbarê erdheja îhtîmal a Marmarayê de hişyarî da ku tê payîn erdheja Marmara û Trakyayê bi taybetî li Stenbolê bandorê bike.
Ercan got, “Ez ji Mertala Ereban a Adiyamanê tirsiyam. Ji wir jî ber bi Cûngûşê, ber bi Gergerê ve diçe. Ger bidome, ew dikare li wan deran tiştekî bike. Li bakurê Diyarbekirê alozî heye. Lice dikare erdhejên mezin çêbike."
Ahmet Ercan derbarê erdheja Marmarayê de jî wiha got: “Ji bo erdheja Marmarayê gelek zû ye. Marmara niha mîna boksorekî pir westiyayî ye. Dema ku ji bo bêhnvedanê û vegerandina hêza xwe digire herî kêm heya sala 2045an e. Ihtimal heye ku bûyera başbûnê heta sala 2075 an jî heta 2150 dereng bimîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin