Pisporê erdhejê Yoshinori Moriwaki got: Li Çapaqçûr, Kanîres, Mûs û Bedlîsê talûka erdhejê heye
PeyamaKurd – Pisporê Japonî yê erdhejê Yoshinori Moriwaki ragihand ku ji xetta Rojava ya Anedolê wêdetir talûka erdhejê heye. Moriwaki got ku li ser xetta erdhejê avahiyên ku hene, ji erdheja 6ê Sibatê tesîrê dîne û bajaran weha rêz kir:
“Xetta Çapaqçûrê (Bingol), Kanîreşê (Karlıova), Mûş û Bedlîs. Em dikarin bêjin ev xett talûkeye.”
Endazyarê bilind yê avahiyan, mimar û pisporê erdhejê Yoshinori Moriwaki, got ku ji bo avahî li hemberê erdhejê saxlem bên avakirin, divê avahî bê kêmahî bên kontrolkirin.
Pisporê Japon li bajarê Sêrtê li salona konferansê ya Perwerdê de tevlî konferansekî bû. Ji ber ku qeza derbas kiribû bi gopalan diçe salona konferansê û agahiyan dide beşdarvanên konferansê.
Yoshinori Moriwaki, ragihand ku Sêrt bi xwe di dereca yekem de li ser xetta erdhejêye û heya niha ji 7an mezintir erdhej lê çênebûye û ne bende ne ku erdhejekî mezin lê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin