Pisporê erdhejê yê Hollandî: Dibe ku serê meha Adarê erdhejeke mezin çêbibe
PeyamaKurd – Frank Hoogerbeets ku wek “remilvanê erdhejê” tê naskirin diyar kir, 3 an 4ê meha Adarê gerstêrkên Tîr û Saturnê nêzîkî hev dibin û ev ê bibe sedema erdhejeke ji hêza 7 an 8 pile zêdetir.
Pisporê erdhejê yê Hollandî Frank Hoogerbeets ku erdhejên Mereşê yên 6ê Sibatê berî 3 rojan texmîn kiribûn û li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê parve kiribû, texmînên xwe yên nû eşkere kirin.
Frank Hoogerbeets bal kişand ser yekem hefteya meha Adarê û îdia kir, wê erdhejek çêbibe. Lê derbarê cihê wê de tiştek negot.
Hoogerbeets da zanîn: “Wê 3 an 4ê meha Adarê gerstêrkên Tîr û Saturnê nêzîkî hev bibin û ev ê bibe sedema erdhejên mezin. Yekem hefteya Adarê gelekî krîtîk e. 2yê mehê di nav 9 saetan de wê gerstêrk bigihin hev. Di encamê de 3 yan 4ê mehê wê bûyereke sîsmîk rû bide.
Ez mezin nakim û naxwazim tirsê belav bikim. Ev hişyariyek e. Divê em biçûk nebînin. Dibe ku di yekem hefteya Adarê de erdhejeke zêdetir ji hêza 6, 7 an 8 pile çêbibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin