NY: Birçîbûn li seranserê Xezzeyê belav dibe
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di demên dawî de li Xezzeyê mirina zarokan ji ber birçîbûn û kêmxwarinê zêde bûye û got, "Tu guman tune ku birçîbûn li tevahiya Şerîda Xezzeyê belav bûye."
Raportorên Neteweyên Yekbûyî derbarê birçîbûna li Xezzeyê de daxuyaniyeke hevpar dan.
Di 30ê Gulanê de pitikek 6 mehî û di 1ê Hezîranê de jî zarokek 13 salî li nexweşxaneya El-Eqsa ya bajarê Dêr El-Belah hate kuştin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 3ê Hezîranê de li konê ku Filistîniyên jicîhûwar li Xan Yûnisê diman, ji ber kêmxwarinê û nebûna xizmetên tenduristiyê yên pêwîst pitikek 9 mehî jiyana xwe ji dest da û hat diyarkirin ku ev mirin ji ber birçîna çêbûne. Hat destnîşankirin ku "Tu şik tune ye ku ji bakur ber bi navend û başûrê Xezzeyê birçîbûn belav bûye."
Raportoran tekez kirin ku ji ber kiryarên Îsraîlî yên birçîbûnê, tevahiya Xezzeyê ber bi xelayê ve kişandiye.
Raportoran bang li civaka navneteweyî kirin ku pêşî li gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê bigire, dorpêça Îsraîlê bi dawî bike û agirbestê pêk bîne, rapor diyar kirin ku ji 7ê Cotmehê û vir ve 34 Filistînî ku piraniya wan zarok in ji ber kêmxwarinê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin