NY: Li Xezzeyê xelayî belav dibe
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku çaryeka gelê Xezzeyê ji ber ku nikarin alîkariyên xwarinê bi têra xwe werbigirin di xeteriya xelayê de ne. Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) jî bi angaşta ku xema parastina dezgehên tendurustiyê nake Îsraîlê tawanbar kir.
Ajansên NYyê dibêjin karmendên wan rastî êrîşan hatine û konvoyên alîkariyê bi awayekî sîstematîk têne rawestandin.
Rayedarekî payebilind ê alîkariyê yê NY hişyarî da Konseya Ewlehiyê ya NYyê û got ku Herî kêm 576 hezar kes kes "gavek ji xelayê dûr in" û ger ku hewlek neyê dayîn wê xelayî bi awayekî teqez belav bibe.
Rêveberê Ofîsa Koordînasyona Alîkariyên Mirovî yê NYyê Rameş Rajasingham, got: "Di dema domkirina şer û pevçûnan de tiştên ku dikarin bêne kirin hindik in û metirsiya belavbûna xeteriya xelayê ya li deverên qelebalix ên başûrê Xezzeyê jî heye. Ji ber wê yekê em dubare banga agirbestê dikin."
Berpirsên alîkariyan ên NY dibêjin ku li bakurê Xezayê ji her 6 zarokên di bin 2 saliyê de 1 jê têr bi adan nabe.
Rajasingham diyar kir ku ji bilî wergirtina alîkariya xwarinê 2,3 milyon Filistîniyên di bin dorpêçê de ne nikarin bijîn.
Rajasingham diyar kir ku NN û rêxistinên din ên alîkariyê di gihandina herî kêm a alîkariyên ji bo Xezeyê de jî rastî zehmetiyên mezin tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin