Sîsî ji bo Xezzeyê hisyarî da: Wê belav bibe
PeyamaKurd - Serokomarê Misirê Abdulfettah el Sîsî, di salvegera bûyerên 30ê Pûşpera 2013an ên ku li Misrê qewimîn de, axaftinek televîzyonî kir. Sîsî hişyarî da ku pêşî li şerê Xezzeyê neyê girtin, wê ev şer li Rojhelata Navîn belav bibe.
Sîsî bal kişand ser şer û pevçûnên Xezzeyê ku di navbera Îsraîl û Hemasê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve didomin û wiha got:
"Herêm di demên dawî de di nav guherînên xeternak re derbaz dibe. Li herêmê di şerê hovane yê Îsraîlê yê li ser Xezzeyê û ferzkirina hewildanên dersînorkirinê yên li ser xaka Misrê de geşedan neyînî pêk tên."
Sîsî diyar kir ku di şerê li dijî Xezzeyê de wijdanê mirovahiyê têk çû û got, "Civaka navneteweyî li hemberî vî şerî bêdeng ma û pişta xwe da bi deh hezaran mirovên bêparastin ên li wir mirin û koçber bûn. Eger pêşî lê neyê girtin, wê ev şer û pevçûn li Rojhelata Navîn belav bibe."
Sîsî diyar kir ku ji sala 2013an û vir ve li welatê wî guherîn çêbûne û wiha got: "Me di van salan de tevî zehmetî û bedêlên giran jî, dawî li terorê anî. Bi kedeke mezin a Misiriyan me binesaziya pêşketinê ava kir. Me pirsgirêk û qeyranên kombûyî yên di hemû beşan de çareser kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin