Wezîrê Derve yê Îranê: Em naxwazin ser li herêmê belav bibe
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî spasiya Iraqê kir ku rê nedaye axa wê ji bo êrişkirina Îranê were bikaranîn.
Wezîrê Îranê Arakçî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de îro Yekşemê 13ê Cotmeha 2024ê çû Bexdayê paytexta Iraqê û li gel hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên civiya.
Serdana Arakçî bo Bexdayê bi mebesta rêgirtin li belavbûna kêşeyan li Lubnan û Xezzeyê, gotûbêjkirina hewlên agirbestê, helwêstbûna Îran û Iraqê bi yek helwestî, bi taybetî di derbarê nakokiyên li Xezze û Lubnanê û avêtina gavên bi hev re ji bo domandina şer pêk hat. Bi rêya aştiyê herêm ji êrîşên Îsraîlê dûr ket.
Di civîna çapemeniyê ya hevpar a her du aliyan de, piştî hevdîtinê, Arakçî spasiya Iraqê kir ku rê nedaye xaka wê ji bo êrişkirina Îranê were bikaranîn û got, erkê civaka navdewletî ye ku giringiyê bide pirsa penaberan li Xezze û Lubnanê.
Arakçî bal kişand ku Îran li pey "şer û berfirehbûnê" nagere û ew hewl didin ku li herêmê aştî pêk were, Arakçî destnîşan kir ku divê şerê li Xezze û Lubnanê raweste û got, îhtîmala ku li herêmê şerekî berfireh derkeve heye.
Arakçî diyar kir ku wan bi Wezîr Huseyîn re li ser şerê Lubnan û Xezzeyê û pirsgirêkên xeternak ên li pêşberî herêmê axivîn û got, "Iraqê li ser geşbûna nakokiyên li herêmê hişyarî da û destnîşan kir ku wê xaka Iraqê ji bo hedefgirtina Îranê neyê bikaranîn."
Ji aliyê din ve Wezîr Fuad Husên got, biryara aştî û şer di destê Iraqiyan de ye. Şerê li herêmê aştiya navneteweyî tehdîd dike. Em hewl didin ku Iraq ji her şerekî li herêmê dûr bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin