Ji Pompeo berî çûna Tirkiyê: Ji bêîstiqrariya herêmê Erdogan berpirs e

16 October 2019 17:33 0 dîtin
Ji Pompeo berî çûna Tirkiyê: Ji bêîstiqrariya herêmê Erdogan berpirs e

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku di nav şanda Amerîkayê de bi daxwaza Trump îro serdana Tirkiyê dike, li ser rewşa dawî daxuyanî dan medya Amerîkî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro beriya serdanê gotibû, ew bi Pompe û Pence re nacive û ew tenê bi Trump re dicive. Trump ew şande ji bo ku Erdogan êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û agirbestê ragihîne dişand Tirkiyê.

Pompeo ji Fox Business Networkê re beriya serdana Tirkiyê berevajî gotinên Erdogan da xuyakirin ku ew li bendê ye bi Erdogan re hevdîtinê bike û li ser operasyona berdewam ragihand, ew di nav lêgerîna çareseriyê de ne.

Pompeo eşkere kir û got, “Ji bêîstiqrariya herêmê Erdogan berpirs e’ û diyar kir, “Mebesta Amerîkayê ne qutkirina têkiliyên ligel Tirkiyê ne, mebest ew e ku Tirkiye ji kapasîteya van helwestan bê mehrum kirin.”