Ji Pompeo daxuyaniya hevdîtina Çavusoglu û pabendbûna agirbestê

01 November 2019 18:30 0 dîtin
Ji Pompeo daxuyaniya hevdîtina Çavusoglu û pabendbûna agirbestê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser hevdîtina bi hemkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wan doh 31ê Cotmehê hevdîtineke pir baş pêk anîye û bal kişand ser rêkeftina agirbesta 17ê Cotmehê ya rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê.

Pompeo li ser twitterê derbarê hevdîtinê de got, “Min doh hevdîtineke pir baş li ser berjewendiyên me yên hevpar bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re pêk anî. Di hevdîtinê de min bal kişand ser girîngiya pabendbûna daxuyaniya hevpar a 17ê Cotmehê ya ji aliyê artêşa tirk, komên çekdar û YPGê ve.”

Li aliyê din Wezareta Derve ya Tirkiyê jî li ser hevdîtina Pompeo û Çavuşoglu da xuyakirin ku herdu wezîran li ser pêşniyar qanûnên li kongreya Amerîkayê hatine pejirandin û Sûriyê axivî ne.