Ji Rêveberiya Rojava hisyarî: Qutkirina ava Çemê Firatê bidome wê elektrîk jî qut bibe!
PeyamaKurd - Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve, ew neçar bûne ku demjimêrên berdana ava vexwarinê û elektrîkê li ser xelkê kêm bikin.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser da xuyakirin, niha tenê turbîneke Bendava Tişrînê di kar de ye û eger bi vî şêweyî qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve berdewam be, metirsiya rawestandina wê Turbînê jî heye û wê demê, elektrîka bendava Tişrîn-Rojava bi yek carî ji ser deverê qut dibe.
Cîgirê Hevserokatiya Herêma Kobanî Nîhad Ehmed krîza avê ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Li gor rêkeftina 1987an a Tirkiye û Sûriyê, divê Tirkiye rojane 500 metre sêca avê bo Sûriyê berde. Li gora rêkeftina 1989an jî ji sedê 44 ji ava Firatê para me ye. Niha rojane derdora 150 metre sêca av tê. Daketina avê pirsgirekeke mezin ji bo bendavan jî çêdike.”
Ehmed diyar kir, 84 gundên Kobanî niha bê av mane û di Kobaniyê de jî rojane 8 demjimêr û li gundan jî 6 demjimêr elektîrik tê dabînkirin û bibîr xist, heger bi vî awayî kêmkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve berdewam be ew turbîna dawî ya Bendava Tişrînê jî dê rawest e.
Wezaretên samanên avê yên Iraqê û Sûriyê van rojan di peywendiyê de ne û daxwaz ji Tirkiyê dikin ku beşa wan a ji ava çemê Firatê li gorî rêkeftinên navdewletî berde ku asta ava Çemê Firatê ji %50 kêm bûye û gelek zirar û ziyan li pey xwe anîye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin