Ji Rêveberiya Samê serdana ewil bo Rojava

06 December 2019 12:22 0 dîtin
Ji Rêveberiya Samê serdana ewil bo Rojava

PeyamaKurd- Piştî operasyona Tirkiyê li dijî Rojava, Rêveberiya Şamê duh cara ewil bo Rojava serdaneke fermî pêk anî.

Li gorî zanyariyan, Cîgirê Serokê Dewleta Sûriyê Ali Memlûk duh serdana Qamişloyê kir û li wê dere bi serokê eşîran û kesayetên sereke re hevdîtin pêk anîn.

Nayê zanîn gelo Memlûk bi rêveberên Xweseriya Rojava û rayedarên HSDê re civiyaye yan na.

Derbarê seredanê Memlûkî de bo Rojava, ne rejîma Şamê û ne jî Rêveberiya Xweser daxuyaniyek nedan.

Serdana duh di demekê de ye ku piştî êrişa Tirkiyê li dijî Rojavayê ye û ev yekem serdan e ku di asteke bilind dê pêk tê.