Ji Rûsyayê peyama pîrozbahiyê bo Mesrûr Barzanî

12 July 2019 16:12 0 dîtin
Ji Rûsyayê peyama pîrozbahiyê bo Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd - Konsûlê Giştî yê Rûsiyayê li Herêma Kurdistanê bi sedema destbikarbûna Serokwezîr Mesûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Konsûlê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Olîg Lêvîn, di peyama xwe de serkeftin ji Mesûr Barzanî û kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê re xwest û got, “Em di wê baweriyê de ne, bi rêya rewangeha te Kurdistan pêşketineke berçav bi xwe re werîne.”

Olî Levîn da xuyakirin,:ew bi bawerî ne ku ligel destbkarbûna Mesrûr Barzanî, peywendîyên dîrokî  di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de di hemû waran de xurtir bibin.