Ji Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê: Newroz her tim bûye sembola berxwedan, azadî û rizgariyê

20 March 2022 18:01 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê: Newroz her tim bûye sembola berxwedan, azadî û rizgariyê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Adarê ji ber hatina cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got: “Di dirêjahiya dîrokê de Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim sembola berxwedan, rûbirûbûna sitem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgarbûnê bûye.”

Herwiha Mesrur Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê jî vîdyoyeke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya pîrozbahiya Cejna Newrozê:

“Bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalan dikim.

Hêvî dikim rojên cejnê û betlaniyê di nava rewşeke aram, şadî û xweşî de biser berin, daxwaz ji welatiyan dikim di dema seyranê de paqêjiya jîngehê biparêzin û rêkarên hatûçûyê jî cîhbicîh bikin.

Di dirêjahiya dîrokê de Newroz bo gelê Kurdistanê hertim sembola berxwedan, rûbirûbûna stem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgar bûnê bûye. Gelê Kurdistanê niha jî berdwam e li ser xebat bo parastin û berevanîkirina li mafên xwe yên destûrî, bi ti awayî jî ne amadeye di bin ti zextekê de dev ji xwestek û mafên xwe yên netewî berde.

Bi minasebeta Newrozê careke din diyar dikin ku herêma Kurdistanê weke her tim faktereke girîng ya aramî û aştiyê li deverê de dibe û ti car nabe sedema gef û û metirsiyan bo ti aliyekê, belku beruvajî hertim rixmî berevanî kirin ji mafên xwe yên destûrî, xwedan roleke girîng û berçav jî bûye bo pêşde birina çanda lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbicur yên herêma Kurdistan û Îraqê.

Newroza we pîroz be, Xwedêyê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan biparêze.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî”