Ji sedî 80yê xelkê 'Taxa Kurdistan' a Kerkûkê bûne Ereb!

14 September 2022 18:23 0 dîtin
Ji sedî 80yê xelkê 'Taxa Kurdistan' a Kerkûkê bûne Ereb!

PeyamaKurd – Piştî bûyerên Cotmeha 2017an ên li pey Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li parêzgeha Kerkûkê proseya erebkirinê hatibû destpêkirin ku niha gihîştiye asteke metirsîdar.

Li Kerkûkê bihayên xanî û zeviyan bi rêjeyeke berçav bilind bûne, ofîsên kirîn û firotina xanî û zeviyan tijî ne û herwiha li gorî zanyariyan piraniya kesên ku xanî û erdên xwe difiroşin jî Kurd in.

 Li gorî nûçeya K24ê ku li Taxa Kurdistan a Kerkûkê ku berê ji sedî 90ê wê Kurd bûn, niha ji %80yê niştecihên wê bûne Ereb.

Li gorî zanyariyan Erebên naverast û başûrê Iraqê bi awayekî berçav berê xwe dane kirîna xanî û milkên li Kerkûkê û ligel ku bi bihayên zêde xanî û erd têne firotin jî Ereb dikirin û li Kerkûkê bicih dibin.