Rapirsîn | Ji sedî 47ê xelkê Rojavayê Kurdistanê reforman dixwaze
PeyamaKurd - Li gor rapirsiya navendeke lêkolînan a nêzîkî Rêveberiya Xweser, ji sedî 47ê xelkê Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di wê baweriyê de ne ku pêwîst e reform di saziyên rêveberiyê de bêne kirin.
Navenda lêkolînan a Furatê ku nêzîkî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, encama rapirsiya xwe ya salane ya derbarê nêrîna welatiyan li ser dezgehên rêveberiyê eşkere kir.
Di rapirsiya navenda lêkolînan ya Furatê de 14 pirs ji xelkê hatine kirin û tê de hatiye eşkerekirin, ji sedî 47ê beşdarên rapirsiyê dibêjin ku pêwîst e reform di dezgehên rêveberiyê de bêne kirin.
Herwiha ji sedî 35.4ê beşdaran di vê baweriyê de ne, ku dezgehên ser bi Rêveberiya Xweser ve erkên xwe bi awayekê baş pêk anîne.
Di derbarê dadweriyê de û li ser pirsa, gelo dadwerî li Rojavayê Kurdistanê serbixwe ye yan na, ji sedî 25.2 dibêjin ne serbixwe ye, ji sedî 34.2 dibêjin serbixwe ye û ji sedî 38.8 dibêjin ku ew nizanin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin