PDK ji Swêdê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariyên mirovî kir

01 November 2019 12:02 0 dîtin
PDK ji Swêdê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariyên mirovî kir

PeyamaKurd - Şandeke hevbeş ji Balyozxaneya Swêd li Bexdayê û Ofîsa Swêdê li Hewlêrê û rêxistina Geşekirin û Hevkariya Mirovî ya Sîda ya Swêdê li Herêma Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiyan.

Di wê hevdîtinê de, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ji şanda mêvan re got: “Bo pêşxistina dostayetiya Herêma Kurdistanê û Swêdê, em amade ne, ji bo ku pêwendiyên me yên dîplomatîk û siyasî û kiltûrî abûrî û geşekirina mirovî û di çend warên din de, berfirehtir bibin.”

Li gorî nûçeya KDP.info, Hoşyar Sîweylî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Serkirdayetî û rêbertiya PDK ji ber êrişa leşkerî ya ser xelkê Rojavayê Kurdistanê dilgiran e û wê êrîşê şermezar dike. Em daxwaza piştgîrî û hevkariya mirovî ya navdewletî bilez dikin ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û daxwaz dikin ku bilez ew êrişên ser Rojavayê Kurdistanê bidawî werin û rêya aştiyane û diyaloga siyasî bikar were ji bo çareserkirina qeyrana siyasî û şer û nakokiyên di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de.”

'Swêd 10 milyon dolar wek hevkatiyên mirovî bide penaberên Rojavayê'

Sîweylî wiha domand: “Em spasiya helwêsta Swêd dikin û em spasiya wezîreta derve ya wî welatê dikin, ku ji destpêka êrişa leşkerî ya ser Rojavayê Kurdistanê Swêdê bi fermî ew êrişa Tirkiyê şermezar kir û daxwaz kir ku demildest ew êriş bidawî were û kuştina sivîlan raweste, ji ber ku di wan êrişan de xelkê sivîl dibûn qurbanî û xelk koçber dibin. Herwiha Swêd dengê xelkê Rojavayê Kurdistanê gihand Parlamentoya Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî û di encamê de nerazîbûneke mezin ji ber wê êrişê derket û hemû cîhan dilgiran bû. Herwiha Swêd biryar daye ku 10 milyon dolar wek hevkariyên mirovî bide penaberên Rojavayê Kurdistanê. Herwiha hewlên Swêd li ser asta cîhanê berdewam in ji bo ku şerê li ser Rojavayê Kurdistanê bidawî were û rewş normal bibe û pirsgirêk bi aştî û diyalogê çareser bibe. Ev vî karê Swêd bilind dinirxînin û em dixwazin sînorek ji kuştin û trajîdyaya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê were danîn û êdî xelk ji wir koçber nebin.”

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Swêd li Iraqê Lênart Lîner hêvî kir ku pêwendiyên Swêd û Herêma Kurdistanê bihêztir bibin û ragihand: “Swêd bi çavê rêz û hurmetê li pêşkeftinên siyasî û dîplomatîk yên li Herêma Kurdistanê û qurbaniyên Pêşmerge û gelê Kurd di şerê li dijî terorê, dinere. Herwiha Hikûmeta Swêd bi tundî êrişa leşkerî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û em bi rêya Ewropa û welatên NATO û Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî hewlên xwe didin ku ew ew êrişên ser Rojavayê Kurdistanê bidawî werin, ji ber ku ew êriş ziyanê dighînin asayiş û aramiya navçeyê. Herwiha Hikûmeta Swêdê dê berdewam be li gihandina alîkariyên mirovî ji bo penaber û koçberên Rojavayê Kurdistanê. Herwiha emê berdewam hewlên xwe bidin li ser asta navdewletî ji bo rawestandina şer û başkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê.”

'Wezîra Derve ya Swêdê Xanim En Lîndê serdana Herêma Kurdistanê dike û berpirsên mezin ên Herêma Kurdistanê bicive'

Balyozê Swêd derbarê pêwendiyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Ji ber ku Herêma Kurdistanê li cem me girîng e û ji bo pêşxistina pêwendiyên me û ji bo ku em baş pêşkeftinên Herêma Kurdistanê nas bikin, dê di pêşerojeke nêzîk de Wezîra Derve ya Swêdê Xanim En Lîndê serdana Herêma Kurdistanê bike û berpirsên mezin ên Herêma Kurdistanê bicive.”

Wezîra Derve ya Swêdê dê di pêşerojeke nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên Kurdistanê bicive. Herwiha PDK spasiya Swêdê kir li ser şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û daxwaza alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Swêdê kir.