Li ser daxwaza Swêdê ya veberhênana li Kurdistanê, civîn hat kirin

31 May 2022 13:32 0 dîtin
Li ser daxwaza Swêdê ya veberhênana li Kurdistanê, civîn hat kirin

PeyamaKurd-Berpirsê Îdareya Konsulxaneya Swêdê û Komîsyarê Bazirganiyê yê Rojhilata Navîn Botan Salih û Balyozê Swêdê yê Iraqê Jonas Loven, îro serdana Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê kir.

Hat ragihandin ku Balyozê Swêdê Jonas Loven, Berpirsê Îdareya Konsulxaneya Swêdê û Komîsyarê Bazirganî yê Rojhilata Navîn Botan Salih, serdana Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê kir. Hat zanîn ku di civînê ligel Serokê Desteya Veberhênanê, rewşa veberhênan û berfirehkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê hatine gotûbêjkirin. Hat zanîn ku Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî diyar kiriye ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi veberhênanên biyanî heye û ji bo vê yekê jî Hikûmeta Kurdistanê amade ye ku hemû hêsankariyan ji bo veberhênerên biyanî û Swêdî bike. Her wiha hat diyarkirin ku rayedarên hikûmetê dixwazin veberhênerên Swêdî, li Kurdistanê bibînin.

Li gorî ragihandina ku hat kirin, Balyozê Swêdê jî destnîşan kiriye ku pêwendiyên wan ên baş ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hene û ji ber vê rewşa seqamgîr a li holê ye, ew dixwazin pêwendiyên xwe yên di warê bazirganî û veberhênanê de bihêztir bikin. Hat zanîn ku ji bo vê mebestê jî daxwaz ji Serokê Desteya Veberhênanê hatiye kirin ku derfetên veberhênanê li sektorên cuda bixin ber destên wan lewra di sektorên pîşesazî, veguhestin, tendirustî, xwendin û teknolojiya çandiniyê de ezmûnên wan ên gelek baş hene.

Hat eşkerekirin ku bi armanca hevahengiya zêdetir a navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê, biryar e çend veberhênerên Swêdê bên Herêma Kurdistanê û şandeke veberhênanê jî ji Herêma Kurdistanê, serdana Stockholmê bike.