Ji ber dorpêça rejîmê Sûriyê xelkê Rojavayê Kurdistanê bêzar bûye

16 June 2021 15:58 0 dîtin
Ji ber dorpêça rejîmê Sûriyê xelkê Rojavayê Kurdistanê bêzar bûye

PeyamaKurd – Ji ber girtina deriyên di navbera Rojavayê Kurdistanê û deverên desthilata rêjîma Sûriyê de, ziyanên mezin gihîştiye xelkê ku gelek pêdawistiyên rojane li bazaran peyde nabin û welatî bêzar bûne.

Ji 20ê meha Adara borî ve, rêjîma Sûriyê bêyî ku ti daxuyaniyeke fermî bide, deriyên bi herêmên Rojavayê Kurdistanê re girtin. Bi girtina wan deriyan re, rewşa aborî hîn xirabtir bûye û nirxê kelûpelên rojane bilind dibe.

Kelûpelên xwarinê yên sereke; derman û pêdiviyên pîşesaziyê, bi rêya wan deriyên sînorî re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibû, lê niha bazirgan neçar in ku ji derveyî Rojavayê Kurdistanê van kelûpelan li gor bihayê Dolar, derbasî deverê bikin, ev yek jî rewşa aborî ya xelkê deverê zehmetir dike.

Deriyê Ebû Kehif û sê deriyên din li bajarê Tebqa, Rojavayê Kurdistanê bi deverên li jêr desthilata rêjîma Sûriyê ve girê didin, tevgera bazirganî li wan deriyan rawestiya ye û bi tenê ji bo rewşên mirovî destûra çûnûhatinê tê dayîn.