Xelkê Rojavayê ji ber rêkeftina kahrebeyê ya bi rejîmê re nîgeran in

24 May 2019 13:02 0 dîtin
Xelkê Rojavayê ji ber rêkeftina kahrebeyê ya bi rejîmê re nîgeran in

PeyamaKurd – Welatiyên Rojava ji ber kişandina kahrebeya ji kendava Tebqayê bo rejîma Sûriyê nîgeran in. Rêveberiya Rojava jî amaje dike ku ev yek dê bandorke neyînî li ser welatiyan çêneke.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî 6 salan Kendava Tebqayê ji destê rêxistina terorê DAIŞê derxistibû. Hat diyarkirin ku wê Rejîma Sûriyê ji Kendava Tebqayê 230 kilowat kahrebe bi kar bîne.

Welatiyekî Rojava derbarê mijarê de axivî û got, “Berê rojane 2-3 saetan kahrebe hebû, niha rojane 10-12 saet. Lê ya rastî em ditirsin ku ev biryar bi awayekî neyînî bandorê li ser bikaranina me ya kahrebeyê bike.”

Welatî wiha axivî, “eger bandora wê ya neyînî li ser me çênebe, ne pirsgirêk e,b ila hemû welatiyên Sûriyê jê sûd wergirin. Lê eger bi awayekî neyîn bandorê li me bike, divê em li serê bisekinin.”

Midûrê Giştî yê Kahrebeyê yê Rêveberiya Xweser a Rojava Ekrem Silêman jî diyar kir ku stendina kahrebeyê dê bandorê li bikaranîna wan a kahrebeyê neke.