‘Deriyê Rojavayê Kurdistanê ne ji bo partiyekê ji bo xizmeta xelkê hatiye vekirin’
PeyamaKurd – Rêveberê Deriyê Pêşabûrê (Sêmalka) Şewket Berbuharî ragihand, deriyê sînorî ji sala 2013an ve ji bo xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin, lê ne ji bo xatirê ti partiyekê.
Deriyê Pêşabûr ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê wekî Deriyê Sêmalka tê zanîn, bi biryareke Rêveberiya Xweser doh 22yê Hezîranê li ser Başûrê Kurdistanê hat girtin.
Di daxuyaniyê de wekî hincet, sedemên teknîkî hatiye nîşandan û hatiye gotin, wê derî tenê ji bo ajansên girêdayî Neteweyên Yekbûyî û rêxistinê mirovî vekirî be.
e Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî li ser biryara girtina derî ji K24ê re daye xuyakirin, “Piştî têkçûna rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmet û alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê, roja 13.1.2013an biryara vekirina derî da û heta niha ew derî ji bo welatiyan, nexweşan û rêxistinên mirovî vekirî ye. deriyê sînorî ji bo xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin, ne ji bo xatirê ti partiyekê.”
Berbuharî dibêje: “Hefteya borî me xwest her kesê ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibe, divê formekê dagire, ji bo rêkxistin û asankariya çûnûhatina welatiyan. Lê aliyê Rêveberiya Xweser pabendî wê formê nebûne.”
Berbûharî da zanîn: “Roja Çarşema borî rêveberiya Sêmalka ji me daxwaz kiriye ku derî tenê ji bo bazirganî û alîkariyên mirovî vekirî be û ji welatiyan re girtî be.”
Rêveberê Deriyê Pêşabûrê diyar kir, îro Rêveberiya Xweser rê nade welatî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojava bibin ku deriyê sînorî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin, lê ne ji aliyê Herêma Kurdistanê ve.
Berbuharî got: “Heta niha me ti astengî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re dernexistine, lê eger berjewendiya partiyekê ji vê rewşê têk çûbe, ew tiştekî din e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin