Ji Serokatiya Azerbaycanê daxuyaniya civîna Nêçîrvan Barzanî û Aliyev
PeyamaKurd - Serokatiya Komara Azerbaycanê li ser civîna îro 18ê Tîrmehê ya Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di hevdîtinê de Îlham Aliyev ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, “Ev serdan dê hemahengiya di navbera her du aliyan de zêde bike.”
Serokatiya Azerbaycanê ragihand ku di civînê li ser çend mijarên têkildarî herdu aliyan hatine gotûbêj kirin û naveroka hevdîtinê wiha hate eşkere kirin: “Di hevdîtinê de berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên Herêma Kurdistana Iraqê û Azerbaycanê, veberhênana di warê enerjiyê de, zêdekirina geştiyariyê û vekirina geştên asmanî hatin gotûbêjkirin.”
Aliyev berî destpêkirina civînê jî ji Nêçîrvan Barzanî re got: “Bîranînên min ên gelek baş ji hevdîtina me ya li Munchenê hene” û Nêçîrvan Barzanî jî jê re got: “Gelek spas ji bo vexwendina min. Ez gelek kêfxweş im ku di dawiyê de hatim vir.”
Hêjayî gotinê ye, ev Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Azerbaycanê piştî hevdîtina ligel Alîyev a Sibata îsal di dema Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de pêk hat ku Nêçîrvan Barzanî bi fermî bo Azerbaycanê hatibû vexwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin