Ji Serokwezîr Barzanî spasnameyek bo karmendên tenduristiyê: Her sax û silamet bin

21 August 2020 17:11 0 dîtin
Ji Serokwezîr Barzanî spasnameyek bo karmendên tenduristiyê: Her sax û silamet bin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasnameyek pêşkeşî nojdar û karmendên tenduristiyê yên xizmeta nexweşên Koronayê dikin, kir.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasnameyek arasteyî nojdar û karmendên tenduristiyê kiriye, yên ku xizmeta nexweşên Koronayê dikin.

Serokwezîr Barzanî di spasnameyê de wiha gotiye:

“Ji ber ku hûn di rûbirûbûna nexweşiya Koronayê de gelekî zehmet dikêşin û diwestin û rola we di bicîhanîna tedbîr û şîretên tenduristiyê, yên ku bo berjewendiya giştî û tenduristiya welatiyên Herêma Kurdistanê tên girtin û danîn, em spasiya xwe arasteyî wan nojdar û perestar û karmendên tenduristiyê dikin yên ku bi awayekî aktîf xizmet dikin û bi awayekî mirovdostane xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkêş dikin. Em hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin û her sax û silamet bin.”