Serokwezîr Barzanî tîmeke tenduristiyê ji bo tedawiya du zarokên nexwes erkdar kir

25 April 2021 22:25 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî tîmeke tenduristiyê ji bo tedawiya du zarokên nexwes erkdar kir

PeyamaKurd - Nivîsgeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi raspartina serokwezîr Mesrûr Barzanî, tîmeke wezareta tenduristiyê ji bo tedawiya 2 zarokên nexweş ên Pêşmergeyekî erkdar kir.

Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî li rûpela xwe ya Facebookê ragihand: “Li ser erkdarkirina nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tîmeke Wezareta Tenduristiyê serdana wî Pêşmergeyî kiriye yê li ser kolanê daxwaza alîkariyê kiriye.”

Dr. Berzencî diyar kir, zarokên nexweş yekser ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û bijîşkên pispor ji bo çareserî û dermankirina zarokan dest bi tedawiya tenduristî kirine.