Ji Somaliyê 9 kesan dibin Tirkiyê, 3 ji wan Tirk in
PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku ew kesên li Somaliyê, di dema êrîşa bombeyî de birîndar bûn, wê 9 ji wana bi balafira ambulans a tenduristiyê bibin Tirkiyê. Di êrîşê de kesên birîndar; 3 ji wan Tirk û 6 ji wan jî ji xelkê Somaliyê ne. Koca weha got:
“Balafira aîdê artêşa Tirkiyê ya beşa hewayî, wê siet di 23.00 yê êvarê de, bi 9 wezîfedarên tenduristiyê ve her 9 birîndaran bînin Tirkiyê. Di êrîşa roja şemiyê de 6 Tirk û 11 kesên din birîndar bûn. Ew birîndarên din ew kesên ku tîma Tirkiyê diparastin. Her 17 kes piştî bûyerê birin nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdê ya Recep Tayip Erdoğan ya li Mogadîşoyê. Di wê nexweşxana me de bi temamî 700 kes dixebitin. 210 livînên wê hene. Di 22 şaxan de xizmetê dike. Di nav wan de niştergeriya giştî, ya mêjî, ortopedî, travmatoloji û şaxên din hene. Ji 700 xebatkaran 70 ji wan Tirk in.”
Birîndarên ku li nexweşxanê li Somaliyê tedawî bûne, ew tev başin û wan ji nexweşxanê derxistine. 9 ji wan dibin Tirkiyê bo dermankirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin