Ji Trump ji bo Hemasê: Ev hisyariya dawî ye

06 March 2025 09:01 0 dîtin
Ji Trump ji bo Hemasê: Ev hisyariya dawî ye

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump bi daxuyaniyekê gefê li Hemasê xwar û got: "Ji bo serbestberdana dîlên li Xezzeyê ev hişyariya dawî ye.’

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di parvekirineke dirêj a li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya Truth Social de da zanîn ku ew ji bo Îsraîl vî karî temam bike her tiştî dişînim.

Trump, di domîna peyama xwe de gefê li Hemasê xwar û ji bo wê got: "Ger hûn gotinên min pêk neynin, wê yek endamek Hamasê jî ne bi ewle be."

Ev daxuyaniya Trump, tenê çend demjimêr piştî ku Qesra Spî danûstandinên rasterast ên ji bo dîlên Îsraîlî yên bi Hemasê re piştrast kir hat.

Washingtonê heta niha xwe ji pêwendiya rasterast a bi Hemasê re dûr dixist û siyaseteke DYA ya demdirêj heye ku rasterast bi saziyên di lîsta xwe ya "rêxistinên terorîst" re necivîne.