Ji Ukraynayê, 12 kestiyên din ên zad hatin sandin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku ji benderên Ukraynaye, 12 keştiyên din ên zad hatine şandin.
Li gorî agahiya wezaretê ya ku li ser hesabê medyaya civakî hat ragihandin, 12 keştiyên din jî ji aliyê Ukraynayê ve hatine şandin da ku barên xwe li warên destnîşankirî yên cîhanê belav bikin.
Ji ber şerê ku Rusyayê li hember Ukraynayê dabû destpêkirin, zadê Ukraynayê, li benderan mabû û ev yek jî li ser cîhanê bûbû gefa qeyraneke mezin a xurekan. Li ser vê yekê, di bin venêrîna rayedarên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) de rêkeftina navbera Ukrayna û Rusyayê hat desnîşankirin û di wê çarçoveyê de zadê Ukraynayê, keştî bi keştî ji benderan tê rêkirin.
Beriya niha jî di 29ê Tebaxê de jî 3 keştiyên barkirî hatibûn şandin û di bin venêrîna Tirkiyeyê re derbasî welatên ku hewcedariya wan zêde ye, tên şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin