Ji Walîtiya Sirnexê daxuyaniya çawîsê pispor: Behsa destdirêjiyê nehat kirin

15 July 2020 19:15 0 dîtin
Ji Walîtiya Sirnexê daxuyaniya çawîsê pispor: Behsa destdirêjiyê nehat kirin

PeyamaKurd – Walîtiya Şirnexê derbarê Çawîşê Pispor A.A de ku şeva borî li navenda bajarê Şirnexê êrîşî keçeke 13 salî kiribû û ketibû nav hewla destdirêjiyê daxuyanî da.

Walîtîyê diyar kir ku ew kes gelekî bi alkol bûye û derdora xwe nerehet kiriye, lê qet behsa êrîşa destdirêjiyê di daxuyaniya xwe de nekir.

Li gorî daxuyaniya walîtiyê, li ser îxbarekê ew pê haydar bûne ku kesek ji aliyê welatiyan ve hatiye derbkirin û li ser vê yekê jî tîmên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li cihê bûyerê hatiye tesbîtkirin ku ew kesê bi navê A.A zêde alkol standiye û bi tevgerên xwe acizî daye derdorê û hatiye binçavkirin. Piştre jî derbarê wî kesî de dozgeriyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo selametiya lêpirsînê jî ji karê xwe hatiye dûrxistin.

Li Şirnexê ji Çawîşê Pispor êrîşa destdirêjiyê li keça 10 salî: Divê bê ceza nemîne!